Pêşmerge lêborîna giştî ji bo çekdarên DAIŞ derxist
Hêza pêşmerge ên Kurdistanê lêborîna giştî ji bo ew çekdarên DAIŞ`ê derkir ku dixwazin ji refên wê rêxistinê derkevin û destê wan di nava tu tawaneke kuştin û birîndar bûnê de nebin.
Fermandarê mihwerê başûrê Kerkûkê yê hêza pêşmerge Wista Resul ji dengê Emerîka re ragihand: Her çekdarekî DAIŞ`ê bixwaze çeka xwe deyne, dikare vegere nava mal û zarokên xwe û tu lêpirsîn li gel wî nayê kirinê.
Lêborîna hêza pêşmerge ya Kurdistanê wan çekdarên DAIŞ`ê nagire nava xwe ku pêştir di dema şer de hatibin girtin û niha li girtîgehên Herêma Kurdistanê girtîne.
Endamê parlemana Kurdistanê li fraksyona Goran Bêstûn Fayiq ragihandiye ku lêborîna giştî wan çekdaran ku tawanbar nîn in û tu kesî û aliyekî gilî li ser tomar nekiribe digre nava xwe.
Hejmarek zor çekdarên Kurd li nava refên rêxistina DAIŞ de hene lê belê heya niha diyar nîne wê lêborîna giştî ya hêza pêşmerge bibe eger xwerastkirina wan çekdaran yan na.
Xendan
