Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Îmarat li Iraqê kir
Di destpêka hevdîtinê de Balyozê nû yê Îmarat silav û rêzên Şêx Mihemed Bin Zayîd Mîrnişînê Îmarata Yekgirtiya Erebî bi Serok Barzanî ragihand û xweşhaliya xwe nîşan da ku ji bo yekemcare serdana Herêma Kurdistanê dike û sersamiya xwe bi pêşketinên Herêma Kurdistanê xisterû. Her wiha spas û pêzanînên welatê xwe ji bo Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û ji bo hevkarî û hemahengiya li gel rêxistina miroviyên Îmarata Erebî û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşketinên zêdetirê peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê derbirî.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû xwest û xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna asta peywendiyên di navbera her dû aliyan pîşan da û ji bo wan hevkariyên li warên mirovî da pêşkêşî koçber û lêqewiyan kiriye spasiya Îmarata Erebî kir.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê û tehdîd û hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê û cîhanê û pêşhatên siyasiyên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin.
