Iraqê li ser PKKê hişyarî da Tirkiyeyê
Encûmena Wezîran a Iraqê îro derbarê êrişên balafirên Tirkiyeyê bo ser baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û pêwîst e Tirkiye bi zûtirîn dem wan êrişan rawestîne.
Encûmena Wezîran a Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Êrişên esmanî yên Tirkiyeyê bo ser navçeyên sînorî yên bakûrê Iraqê pêşhatek metirsîdar e û pêwsîte zû were sekinandin.”
Daxuyanî herwiha tekez dike: “Ew êrişên Tirkiyeyê destdirêjî ye bo ser serweriya Iraqê. Pêwîst e Tirkiye wan êrişan rawestîne û rêz li serweriya Iraqê bigre.”
Encumena Wezîran a Iraqê bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike ku zêdegaviyan neke û rêz li pêwendiyên cîranîtiyê jî bigre.
Rudaw
