Îran tekez li ser piştgîrî kirina Kurdistanê dike
Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke Îranî kir.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Îranî bi Serokatiya Cîgirê Sekreterê giştî yê civata asayîşa netewî ya Îranê Ehmed Emîrî kir.
Di hevdîtinê de Emîrî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û tekez li ser domandina peywendiyên navbera Îran û Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û gehandinê de kir.
Her di civînê de behsa rewşa Îraqê û herwiha şerê dijî terorîstên DIŞIê jî hate kirin û Emîrî tekez li ser vê yekê kir ku Îran di şerê dijî terorê de piştgîriya Îraq û Kurdistanê dike.
Emîrî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku parastina asayîşa Kurdistanê bo wan gelek girînge lewre bi her awayî hewl bo parastina asayîşa Kurdistanê didin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana heyeta mêwan kir û tekez li ser bihêztir kirin û pêşde birina peywendiyên navbera Kurdistan û Îranê di her warî de kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha çawetiya çareser kirina kêşeyên han hate kirin.
