• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG: 80 çekdarên DAIŞê di encama rizgarkirina Sirînê de hatin kuştin

YPG: 80 çekdarên DAIŞê di encama rizgarkirina Sirînê de hatin kuştin
Yekîneyên Parastina gel (YPG) encamên şerê rizgarkirina bajarokê Sirînê li başûrê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê ragihand piştî ku bi fermî rizgarkirna Sirînê hate ragihandin.

Îro 28 Temûzê YPGê di daxuyaniyekê ragihand di encama şerê rizgarkirina bajarokê Sirînê de 80 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, Termê 44 kuştiyan di destê şervanên YPGê de ne û 25 gund û embarê genim bi temamî hatine rizgar kirin.

Ji aliyekî din ve daxuyaniya YPGê ragihand ku şervanê YPGê dest danîne ser 10 otombîlên leşkerî, 10 otombîlên bombekirî, 3 otombîlên mezin tijî teqemenî û 6 motor ji bilî rokêtên Hawin û topên mezin û gelek teqmeniyên leşkerî.

Herwiha YPGê şehîdbûna 19 şervanên xwe jî ragihand.

Basnews
Top