• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqa Federal kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqa Federal kir
Roja sêşem 28.07.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îkhard Birus Balyozê Almanya li Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê spasiya xelk û Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo hewandina koçber û penaberan kir û balkişand li ser wê yekê ku cîhan sersame bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê sedan hezar koçberan himbêz kiriye ku zêdetirê wan jî ne ji neteweyê Kurdin. Her wiha Serok Barzanî ji hewldanên welatê xwe ya ji bo yarmetîdana wan koçberên ku vedigerin navçeyên azadkirî agahdar kir. Di derbarê berfirehbûna bereya dijî Da'îş Balyozê Almanya li Iraqê ragihand ku welatê wan pêşwaziyê li biryara Tirkiye dike bo ku biçê bereya şerê Dijî Da'îş, lê belê li heman demê de nîgeraniya xwe jî ji ber pêşhatên di navbera Hikûmeta Tirkiye û PKK ya proseya aştiyê bikevê bin metirsiyê ragihand, ji ber ku proseya aştî li Tirkiye hindik mabû ku bigihe encamek.

Li beranber da Serok Barzanî spasî hewldanên Almanya ya ji bo yarmetîdana koçberan û her wiha hevkarîkirina Pêşmerge de wê yekê xiste rû ku çareseriya serekiya kêşeya koçberan eweye ku vegerin navçeyên xwe û her hengavek berev yarmetîdana xelkê koçber hebê ya ji bo vegerana wan, Herêma Kurdistanê pêşwaziyê lê dike.

Di derbarê girjî û pêşhatên dawî ya di navbera Hikûmeta Tirkiye û PKK Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li vî derbarî de helwesta Herêma Kurdistanê û Almanya nêzîkî heve û wê yekê dûpatkir ku hatina Tirkiye ya li nav bereya şerê dijî Da'îş hengavekî erêniye lê belê gelek nîgeranin ji serhildana şerê di navbera artêşa Tirkiye û PKK û hana her dû aliyan didîn ku vegerin ser proseya aştî û danustandinê ji ber ku çendîn sale danustandin baştire li yek demjimêr şer. Ji bo sergirtina vê babetê jî ewê ji destê me bê dikîn, ji bo yarmetîdana her dû aliyan ku vegerin li ser bingehên proseya aştiyê. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de eve jî xisterû ku hebûna Kurd li Tirkiye û navçeyê rastiyeke û divê hemû aliyek muamele li gel da bikin. Li gel eve da jî bi navê serxistina aştiyê pêwîste aliyên Kurd jî bi rastbînane temaşa pêşhatan bikin.

Top