• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mûslim: Min pêwendiyek birayena ligel Barzanî heye

Mûslim: Min pêwendiyek birayena ligel Barzanî heye

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim got ku heger Ocalan azad bibe dê karîgeriya wî ji ya Nelson Mandella zêdetir bibe.

Di beşa 4’emîn a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya El Heyat a Londonê de Salih Mûslim got ku ji aliyê leşkerî ve tenê Başûrê Kurdistanê hevkariya wan kiriye.

Mûslim Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şibande serokê efsanewî yê Afrîqa Başûr Nelson Mandella û got ku ”Piştî azadbûna Ocalan, karîgerî anku bandora wî ji ya Mandella zêdetir dibe.”

Salih Mûslim diyar kir ku azadûna Ocalan raste rast girêdayê çareseriya pirsa Kurd e li Bakûrê Kurdistanê û got ku dê Ocalan her azad bibe. Mûslim daxuyand ku Ocalan piştgiriya xwebirêvebirina Rojava dike û pêwendiyek ruhî û fikrî ya berpirsên Rojava ligel Ocalan de heye.

Hevserokê PYD’ê derbarê jiyana malbata xwe û şehîdbûna kurê xwe Şervan de jî got ku her çend şehîdbûna wî êş û azarek dabe jî ”lê baca bidestxistina mafê gelê Kurd e û her divê bê dayîn.” Mûslim diyar kir ku 3 kur û keçek wî heye.

Salih Mûslim got wexta vedigere Rojava gelek caran liser Başûrê Kurdistanê ve vedigere. Mûslim derbarê pêwendiya xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got: ”Bêguman pêwendiyek me yê birayane heye, rêz digrim. Mixabin jiber şert û mercan min nekarî Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî bibînim.”

Basnews
Top