• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ban Kî Moon bang li Tirkiyê kir

Ban Kî Moon bang li Tirkiyê kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî Moon, xemgîniya xwe ji ber operasyonên asmanî li ser baregehên PKKê diyar kir û bang li Tirkiyê kir ku vegere ser maseya diyalogê.

Di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê, Berdevkê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, Kî Moon pir dilgiran e ji zêdebûna aloziyên di navbera Tirkiyeyê û endamên PKKê de.

Berdevkê Kî Moon tekez kir ku dixwazin diyalog berdewam bin da ku çareserî bi dest were.

Li gor daxuyaniyeke Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî Moon hêvî dike ku bilez aliyên aloziyê vegerin ser maseya danûstandinê, da ku çareseriyeke aştiyane bê dîtin.

Ban Kî Mon bang li hemû aliyan kir ku venegerin “aloziyeke mirinê“ ku di salên borî de hewqas xemgînî bi der hemwelatiyên Tirkiyê de anî.

Li aliyê din beriya civîna NATOyê, ku Tirkiyê ji ber şerê xwe yê li hemberî DAIŞê û PKK daxwaza wê civînê kiriye, ji çendîn aliyan ve rexne li Tirkiyê tên kirin.

Rudaw
Top