Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê: Nabe pêvajoya aştiyê bikeve metirsiyê
Li gor Ursula von der Leyen, ku niha ji bo serdanekê li Malî ye, di 3 aliyan de divê helwest zelal be:
1) Operasyon divê bi terazû û li gor êrişê be
2) Di mijara DAIŞê de wê piştgirî û hevxemî ji bo Tirkiyê bê diyarkirin
3) Nabe pêvajoya aştiyê ya ligel PKKê bikeve metirsiyê
Ursula von der Leyen diyar kir, giring e ku her 28 welatên endamên NATOyê vê armanca siyasî gellekî zelal bînin ziman.
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg jî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hişyar kir ku bi êrişên xwe yên ezmanî li hemberî PKKê, pêvajoya aştiyê ligel kurdan nekin metirsiyê.
Di hevpeyvîneke ligel dezgeha medyayî ya norwêcî NRK, Stoltenberg diyar kir ku mafê Tirkiyê heye ku li hemberî êrişên terorîstî berevaniya xwe bike, lê divê ev bersiv li gor êrişê bin.
Beriya Stoltenberg, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û nûnera siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, Frederica Mogherînî jî daxuyaniyên nêzîkî yên Stoltenberg dabûn.
Rudaw
