Serok Barzanî hewl dide şehîdên YPGê derbasî Bakur bibin
Her 13 cenazeyên şervanên YPG û YPJê li xala sînorî ya di navbera Başur û Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Xelîl in û heta niha Tirkiyê rê nedaye ku ew cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
YPGê dixwest cenazeyên 13 şervanên xwe bi rêya Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bike û piştre bi rêya Îbrahîm Xelîl derbasî Bakurê Kurdistanê bike, lê aliyê Tirkiyê ew yek red kiribû lewma derbaskirina wan bo Başûrê Kurdistanê dereng ket û şevê din derbasî Başûr bûn.
Derbarê encamên wê civînê Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Îbrahîm Xelîl, Mihemed Tahir ji Rûdawê ragihand, “Şandeke Rêveberiya Îbrahîm Xelîl ligel Rêveberiya Dergehê Sêmalka ya Rojavayê Kurdistanê çûbin Bakurê Kurdistanê û ligel Cîgirê Waliyê Şirnexê civya bûn.”
Îbrahîm Xelîl ragihand: “Nûnerê YPGê û şanda me ligel Waliyê Şirnexê civiyan. Heman biryara ku beriya 2 rojan aliyê Tirkiyê radestî me kiribûn û tê de gotibûn ku ew bi ti awayî cenazeyên şehîdan wernagirin, heman biryar radestî nûnerê YPGê jî kirin û red kirin ku ew 13 şehîd bi rêya Îbrahîm Xelîl derbas bibin.”
Mihemed Tahir wiha got: “Parlamenterê Şirnexê jî ligel şanda YPGê hewlên derbaskirina wan şehîdan dan, lê dîsa jî razî nebûn.”
Tahir wiha domand: “Ji duhî ve Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hewlên xwe didin ku van şehîdan derbasî Bakurê Kurdistanê bikin lê aliyê Tirkiyê razî nabin.“
Derbarê îdaîyên medyayên ser bi PKKê ve ku dibêjin asayişa PDKê nahêlin ew cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, Mihemed Tahir ew yek red kir û wiha got: “Em gellekî hewl didin ku wan cenazeyan derbas bikin ji ber ku em wan wek şehîdên xwe dibînin û nûnerên YPGê jî agahdar in û ew bi xwe jî hewl didin, lê dîsa jî aliyê Tirkiyeyê razînabe ku em wan derbas bikin.”
Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Îbrahîm Xelîl ragihand: “Niha jî em dibêjin, cihên ku hûn dixwazin ka em li wir van cenazeyan veşêrin û nûnerên YPGê jî gigîştine wê baweriyê ku êdî aliyê Tirkiyê nahêle ew cenaze derbasî Başurê Kurdistanê bibin.”
