• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniya PDKê derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê

Daxuyaniya PDKê derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê

Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nerîna xwe derbarê pirsa Serokatiya Hrêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniya PDKê de ku kopiyek jê gihaye dest BasNewsê, pîlotbîroya PDK tekez kiriye ku rewşa niha ya Kurdistanê pêwîstî sazanek niştimaniye û berdewamiya gotûbêjan heta ku ev sazan pêkbê.

Deqê daxuyaniya pîlotbîroya PDKê

Daxuyaniyek derbarê nerîna PKD derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê

Kurdistan di qonaxek hestiyar û dîrokî de ye û rewşa navxwe û derdora Kurdistanê û şerê têrorê û guhertinên li navçeyê pêwîste bi yekgengiyek niştimanî û yekgirtina xelkê Kurdistanê û hêz û aliyên siyasî ye.

Daxwaz û erka neteweyî û niştimanî vê yekê dixwaze ku piroseya siyasî têkeve bin berjewendiyên bilind yên Kurdistanê di çarçoveya parastina aramiyê de.

Derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kuridtanê û sîstema hukumraniyê PDK van xalan pêşkêşî xelk û partiyên siyasiyên Kurdistanê dike.

1-Berdewamiya gotûbêjan bo pêkanîan sazana niştimanî armanca me ya serekiye, her wek me di hevdîtinên xwe de jî got ji berjewendiya gelê me ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berdewambe di posta xwe de heta ku xula vê carê a perlementoya Kurdistanê bidawî bê, em vê yekê wek pêwîst û erkê me hemiyan dizanin.

2-PDK sîstema perlemenî bo parastina berjewendiyên xelkê Kurdistanê hildibjêre. Di vê çarçoveyê de jî em amadene ku carek din gotûbêjan bikin derbarê yasa û destûrê Serokatiya Herêma Kurdistanê û temamiya sîstemê hukumraniyê.

3-Derbarê şêweyê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê em dixwazin ev pirs bi sazanê were çareserkirin û li gorî me divê Serok bo gel be û em hemî pêbendî biryara gel bin û di rêka dengdana gel re ev pirs yekalî bibe. Herwiha derbarê pêwendiya navbera deselat û berpirsiyaretiyê, li her derekê ku deselat hebe dê berpisiyaretî jî hebe û divê di destûr de hevkarî û cudabûna deselatan ji hev bê diyar kirin.

Xelkê Kurdistanê hêjayî sîstemek hukumraniyê ye ku daxwaz û pêdawîstiyên wî pêkbîne û aramiya siyasî û civakî jî li welat peyda bike û herwiha geşpêdana abûrî jî bidestbixe, PDK dê bi hemî şiyanên xwe yên madî û manewî wek berê, niha û di paşerojê de jî xebatê ji bo vê yekê bike.

Basnews
Top