• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hêmin Hewramî behsa rewşa Kurdistanê kir

Hêmin Hewramî behsa rewşa Kurdistanê kir

Di semînarekî de li London Hêmin Hewramî behsa rewşa Kurdistanê kir.

Dohê li Londonê perpirsê peywendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî beşdariya semînarekî kir û gotarek pêşkêş kir.

Hewramî di gotara xwe de behsa rewşa dawî ya Kurdistan û deverê kir û eşkere kir ku dîrok ew yek îsbat kiriye ku çek û şer li Tirkiyeyê nikariye bi ti awayî pirsa Kurd çareser bike.

Hewramî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hewlên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî yên bo çareser kirina aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê de kir û eşkere kir ku hertim siyaseta partiya demokrata Kurdistanê li gel çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê de bûye.
Top