• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yekêtiya Ewropayê li ser hevkarîkirina herêma Kurdistanê berdewam dibe

Yekêtiya Ewropayê li ser hevkarîkirina herêma Kurdistanê berdewam dibe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 27.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kirîstos Stayliyanis komîserê balayê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên mirovî û îdarekirina kirîzan û Cana Haypeskova sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê û şandeya bi wan re kir.

Şandeya mêvan sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku tevî wê kirîza êkonomî, pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye û baştirîn xizmet pêşkeşî wan koçber û penaberan kirine û di vê çarçoveyê de Yekêtiya Ewropayê dê hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê bike û dê lêbixebite daku civaka navdewletî zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bike û barê wê yê giran sivik bike.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê sipasiya pêşmergeyê Kurdistanê kir ku bi mêrxasî karîn pêşiyê li êrîşên terorîstên DAÎŞ bigirin û hemû pêkhateyên neteweyî û olî biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Yekêtiya Ewropayê bo herêma Kurdistanê kir û daxwaz jê kir ku divê serdanê de rastiya rewşa herêma Kurdistanê bi aliyên peywendîdarên navdewletî û Yekêtiya Ewropayê bigihînin û piştgiriya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê alîkarî û hevkariya koçber û penaberan bikin, çi rasterast yan jî bi rêya rêxistinên navdewletî û navxweyî be.

Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya rola sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê kir ku, berdewam serdana herêma Kurdistanê dike û ji nêzîk çavdêriya rewşa heye dike û ev yek jî wê nîşan dide ku Yekêtiya Ewropayê giringiyê bi herêma Kurdidtanê dide.
Rewşa giştiya Îraqê û deverê û pirsgirêkên rûbirûyê deverên dibin çend mijarên din yên civînê bûn.

Top