• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kosret Resul Elî: Ewê ji bo Kurd pêkhatiye tenê bi yekrêziya aliyan diparêze

Kosret Resul Elî: Ewê ji bo Kurd pêkhatiye tenê bi yekrêziya aliyan diparêze
Duh dûşem 27/07/2015 Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Beyker Balyozê Brîtanya li Iraqû Enks Mekî Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî û rûdawên Iraq û navçeyê guftûgo kirin. Ji bo vê mebestê Kosret Resul Elî tekez li wê yekê kir ku divê hemû kêşe û gîr û girift bi guftûgo bêne çareser kirin.

Mijareke dinê kombûnê taybet bû bi pirsa cenga terorê û rûbirûbûna Da'îş. Li vî derbarî de Balyozê Brîtanya sersamiya xwe bi qehremaniya hêzên Pêşmerge ya li vê cengê derbirî û palpiştî û piştevaniya welatê xwe jî ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî û tekez li wê yekê kir ku divê bazneya hevkariyan bê berfirehtir kirin.

Di derbarê cenga rûbirûbûna terorê û rola hêzên Pêşmerge, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibin li rûbirûbûna terorê û pêwîstî jî bi hevkariyên zêdetir heye.

Her li vê kombûnê da rewşa Herêma Kurdistanê û guhertin û pêşhatên dawî xistin berbehs, ji bo vê mebestê Kosret Resul Elî tekez li wê yekê kir ku divê hemû alî berjewendiya Kurd û paşaroja Kurdistanê li ber çav bigrin û li ser pirsan li dûrî her cûre bargirjiyekî hizbî li hev bikin. Ji ber ku ewê îro ji bo Kurd pêkhatiye pêwîstî bi parastine û eve jî tenê bi yekrêziya aliyan tê kirin".

Ji aliyê xwe ve jî Balyozê Brîtanya li Iraqê got: "Pêwîste li ser me hemûyan berjewendiya gel biparêzîn û ev rewşa ji bo Kurd pêş hatiye nekîn qurbana gengeşeyên hizbiyan".

Di dawiya kombûnê da û di derbarê kêşeyên di navbera Herêm û Bexda, her dû alî bi pêwîstî zanîn bi cîhkirina rêkeftinên di navbera aliyan bibê kilîla çareseriya kêşe û qeyranan".

Top