• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pênciwînî: PKK bi başî pêşwaziya peyama Barzanî dike

Pênciwînî: PKK bi başî pêşwaziya peyama Barzanî dike
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwînî diyar kir ku PKK bi başî pêşwaziya despêşxeriya Mesûd Barzanî ya ji bo banga serxistina pêvajoya aştiyê dike.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwînî diyar kir ku PKK bi başî pêşwaziya despêşxeriya Mesûd Barzanî ya ji bo banga serxistina pêvajoya aştiyê dike.

Piştî destpêkirina aloziya di navbera dewleta Tirk û PKK’ê û têkçûna pêvajoya aştiyê û her wiha êrîşên firokeyên Tirk ya li dijî gerîlayên PKK’ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşandibû û ragehandibû ku ew gelek nîgerane li beramber vê rewşê û bang li aliyan jî kir ku dubare vegerin ser maseya guftogoyan û berdewamî bidin pêvajoya aştiyê.

Derbarê helwesta PKK’ê ya li hember banga Barzanî, siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwînî got ku PKK bi başî pêşwaziya vê peyama Barzanî dike.

Pênciwînî bo BasNews axivî û got: ”PKK dixwaze pêvajoya aştiyê berdewam bike û her wiha xweşhale bi wê yekê ku her aliyek hewla peşxistina aştiyê bide.”

Pênciwînî her wiha got: ”Barzanî di beyanameyek de got ew amadeye bo aştî destpêşxerî bike li gel Tirkiyê. PKK jî bi xweşhalî pêşwaziya vê bangê dike û piştgirî dide her aliyekê ku bo aştiyê hewl dide.”

Pêşbînî tê kirin ku ji bo liser bingehek nû guftugoyên aştiyê pêk bên û mekanîzmayek nû bê avakirin, Mesûd Barzanî û Mûrat Karayilan û her wiha berpirsên KCK’ê hevdîtinekê bikin.

Basnews
Top