• Wednesday, 18 February 2026
logo

Gundê Gulale – Heta niha ji ber bombeyên DAIŞê 8 Pêşmerge şehîd bûne

Gundê Gulale – Heta niha ji ber bombeyên DAIŞê 8 Pêşmerge şehîd bûne
Li gundê Gulale yê Başûrê Kurdistanê, heta niha 600 mayîn û bombeyên DAIŞê hatine pûçkirin, hinek ji wan bombeyan jî bi hêzên Pêşmerge de teqiyane ku di encamê de 8 Pêşmerge şehîd bûne.

Gundê Gulale yê Başûrê Kurdistanê, ku di warê îdarî de girêdayî bajarê Celewla yê parêzgeha Diyale ya Iraqê ye, sê meh berê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hat derxistin.

Çekdarên DAIŞê nav û derdora gund tijî bombe û mayîn kirine ji ber wê jî xelkê wê deverê newêrin vegerin malên xwe.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, di heyama du rojên borî de 4 bombe teqiyane ku di encamê de pêşmergeyek şehîd bû. Bi giştî 8 Pêşmerge di encama teqîna bombeyên DAIŞê yên li gundê Gulale şehîd de bûne.

Li gorî ku fermandeyên Pêşmerge dibêjin, heta niha 600 bombe û mayîn hatine pûçkirin lê hîn tijî wan deveran mayîn û bombe ne.

Alîkarê fermandeyê Pêşmerge li eniya Germesêrê jî dibêje, divê tîmên pûçkirinê werin vê deverê paqij bikin.

Rudaw
Top