• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giringe

Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giringe
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, di peywendiyek telefonî de ji Serokwezîrê Tirrkiyê Erdogan re got ku bi awayek leşkerî beşdarbûna Tirkiyê ya tekeoşîna li dijî DAIŞ'ê dê bibe sedema têkçûna terorê di navçeyê de.

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, di peywendiyek telefonî de ji Serokwezîrê Tirrkiyê Erdogan re got ku bi awayek leşkerî beşdarbûna Tirkiyê ya tekeoşîna li dijî DAIŞ’ê dê bibe sedema têkçûna terorê di navçeyê de.

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan doh di peywendiyek telefonî de rewşa navçeyê û pêwendiyên aliyan axivîn.

Malpera fermî ya serokomariyê ragehand ku Serokomarê Iraqê diyar kiriye ku, biryara Tirkiyê ya beşdariya hevpeymana li dijî terorê de biryarek giringe û dê bibe sedema şkestina terorê di tevahiya nevçeyê de.

Derbarê êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a li dijî baregahên PKK’ê jî Fûad Mehsûm gotiye ku aştî di berjewendiya hemû zarokên Tirkiyê da ye. Her wiha eve jî bo Erdogan dubre kiriye ku biryara sala 2013’ê ya ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê biryarek di cih de bûye.

Ji aliyê din ve Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî tekez kiriye ku dê Tirkiye di şerê dijî terorê de piştgiriya Iraqê bike.

basnews
Top