Li Rihayê hezar DAIŞiyên xwekuj hene
Mustafa Arisut pirsa Rûdawê “We teqîna li Pirsûsê hêvî dikir dê çêbibe?” wiha bersivand:
“Piştî Girê Spî ket, ez li bendê bûm êrişek wiha çêbibe. Bi teqîna Amedê û Pirsûsê xwestin kurdan çavtirsî bikin. Beriya wan teqînan ti bergeriyên cidî tunebûn. Li Rihayê DAIŞî hene û her tim amade ne êrişan jî bikin. Divê organîzasyonên bi komî werin betalkirin û li navênden giştî bergirî bê zêdekirin.”
Arisut got, piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê nêzîkî 500 hezar kes hatine Rihayê û ji wan herî kêm kêfa 10 hezar kesî ji DAIŞê re tê û wiha domand:
“Li gorî agahiyên min bidest xistin ji wan 10 hezaran, hezar kes bo êrişan amade ne. Navê wan ‘çalekvanên xwekûjî (îstişhadî) ne.’ Li gorî agahiyên min ji çavkaniyên DAIŞiyan standîn, heger Tirkiye li dijî wan hewl bide, ew dê bi êrişan Riha, Dîlok, Stenbol û Enqereyê serûbin bikin.”
Arisut da zanîn emîrekê DAIŞê ji wî re wiha gotiye: “Jixeynî çekdarên DAIŞê yên weke selefiyan cilan li xwe dikin û weke wan hewl didin, xwekûjên me yên bi guhar, bi şort û yên rihê xwe kur dikin jî hene.”
Li gorî agahiyên Arisut dayîn ew weke rojnamevanekê cihên çekdarên DAIŞê dizanin li kûderê ne û herwiha haya polîsan jî ji cihên wan çekdaran heye, lê polîs li dijî wan hêj ti operasyonên cidî nekiriye.
Arisut dibêje divê di serî de DAIŞ li nava Tirkiyeyê bê têkbirin û pişt re Tirkiye dest bi operasyonên derveyî sînor bike an jî DAIŞ bi çi qasî ji derve were lêdan dê ew qasî êrişan li bajarên Tirkiyeyê bike.
Rudaw
