Cewad Zerîf li Bexdayê ye vê biçe Kuwait
Wezîrê derve yê Îranê li Bexdayê li gel rayedarên Îraqê civiya.
Duh wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi serdaneke fermî hate Bexdayê û li gel Serokwezîrê Îraqê û çend rayedarên din yên Îraqê civiya.
Tê payîn ku Zerîf piştî bidawî anîna civîn û hevdîtinên xwe yên bi aliyên Îraqî re ber bi Kuwaitê ve birê bikeve.
