YA: Divê pêvajoya aştiyê berdewambike
Nûnerê Bilind ê Karên Derve yê Yekitiya Awropayê Federica Mogherini got: ”Divê ligel gelê Kurd Pêvajoya Aştiyê zindî bimîne.”
Nûnerê Bilind ê Karên Derve yê Yekitiya Awropayê Federica Mogherini di peywendiyekê telefonî de ligel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, rewşa dawiyê gotûbêj kir.
Derbarê hevdîtinê de ofîsa ragehandina ya Federica Mogherini daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Mogherini jiber êrîşên dawî yên terorîstî xwemgîniya xwe derbirî ye û sersaxî ji bo malbatên ku kesên wan mirine, xwestiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Federica Mogherini ew piştgiriyê didin tekoşîna dewleta Tirkiyê ya li dijî rêxistina DAIŞ’ê.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Nûnerê Bilind ê Karên Derve yê Yekitiya Awropayê Federica Mogherini daxwaz kiriye ku Pêvajoya Aştiyê ya li gel gelê Kurd berdewam be, pêvajo jiber êrîşan neyê rawestandin û bê parastin.
Hate gotin ku Mogherini gotiye; ”Hikûmeta Tirk, ji bo berjewendiya gelan di salên dawî de bi wêrekî û niyetek baş, bo çareseriyê rêya pêvajoya siyasî girte berxwe. Dê Yekîtiya Awropayê di vê rêyê de piştgiriya hikûmetê bike.”
Basnews
