• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Artêşa Tirkiye baregehên PKK ê li çend navçeyekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Piştî wê bombebaran kirinê, demjimêr 09.30 xuleka berî nîvroya roja şemî 25.07.2015 birêz Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye, li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û bi dirêjî behsa rewşê kirin û sedema gihîştina rewşê ya asta vê pêşketina niha rûn û zelal kir.

Li beranber da Serok Barzanî dilgiraniya xwe nîşan da ku rewş gihîştiye vê asta metirsîdar û tekez jî kir ku me gelek daxwaz kir kêşe negihînin asta girjiyên zêdetir, ji ber ku aştî take rêya çareseriya kêşeyane û çendîn sal guftûgo baştire li yek demjimêr şer kirinê. Ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê hemû hewlek dide ku rewş ji vê zêdetir nebe û vegerana proseya aştî baştirîn rêye ji bo çareseriyê.

Serok Barzanî her wiha tekez dike ku ji bo sergirtina proseya aştî li gel hemû aliyan hemû hewlekî daye û niha jî ji bo nehiştina vê girjiyê her çi li şiyana wî de hebê dike û hêvîdare hemû aliyek vegerin li ser bingeha proseya aştiyê.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.07.2015

Top