• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bîlançoya êrişa balafirên Tirk – 30 şehîd, herî kêm 44 birîndar

Bîlançoya êrişa balafirên Tirk – 30 şehîd, herî kêm 44 birîndar
Li gorî agahiyan, di encama bombebarana kamp û baregehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê de 30 gerîlayên PKKê şehîd bûne, zêdetirî 40 gerîla jî birîndar bûne. 4 sivîl jî li ber êrişa balafiran ketine û birîndar bûne. Bi sedan gundî jî asê mane.

Ji şeva 24ê Tîrmeha îsal ve, balafirên şer ên Tirkiyê kamp û çeperên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê didin ber bombeyan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha herî kêm 30 gerîlayên PKKê di encama wan êrişan de şehîd bûne û zêdetirî 40 gerîla jî birîndar bûne, her wiha 4 gundiyên devera Amêdiyê ya Dihokê jî li ber êrişê ketine û birîndar bûne.

Êrişa balafirên Tirkiyê li ser baregehên PKKê, ziyanek mezin gihandiye zevî û erdên gundên Başûrê Kurdistanê yên nêzîkî kampên PKKê.

Li devera Behdînan, gellek gundî û cotkarên ku mijûlî çandinî û dirûna zeviyên xwe bûn, ji ber êrişa balafiran asê mane û heta niha nayê zanîn di çi rewşekê de ne...

Rudaw
Top