• Wednesday, 18 February 2026
logo

2 welatiyên Başûr di êrişa balafirên Tirkiyê de birîndar bûn

2 welatiyên Başûr di êrişa balafirên Tirkiyê de birîndar bûn
Di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê de, 2 welatiyên Başûrê Kurdistanê birîndar bûn. Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ew birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Balafirên şer ên Tirkiyê ji şeva borî ve heta niha li çeper û baregehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê didin.

Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ragihand, du gundiyên devera Amêdiyê di encama bombebarana balafirên şer de birîndar bûne da zanîn, yek ji wan zarokekî 12 salî ye.

Nasir Elî diyar kir ku birîndar birine nexweşxaneya bajarê Dihokê…

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, li wê deverê 4 gerîlayên PKKê jî şehîd bibûn…

Rudaw
Top