"MITê her 3 çalakvanên kurd kuştine"
Li gor nûçeyeka rojnameya fransî ya Le Monde, çavkaniyekê ji ofîsa Daxwazkariya Giştî ya Fransayê ragihand: “Li gor wan lêkolînên ku heta niha hatine encamdan, derketiye holê ku dezgeha îstîxbarata Tirkiyeyê (MIT) bi kêmanî di qonaxa amadekariyê ya bo kuştina her 3 jinên çalakvan ên kurd de dest hebûye.”
Le Monde ji zarê çavkaniyê xwe ve herwiha nivîsandiye: “Derbarê wê yekê de ku gelo MITê di kuştina wan çalakvanan de çi rolek hebûye, belgeyên pêwîst di ber dest de nînin.”
Aşkerekirina wan agahiyan piştî wê yekê tê ku Daxwazkarê Giştî yê Fransayê îdianameyeke 70 rûpelî li dijî tohmetbarê sereke yê bûyerê, Omer Guney amade kir.
Li gor wê îdianameyê, “Omer Guney pêwendiyên cur bi cur û nihênî bi çend kesên li Tirkiyeyê re hebûye û berî qewimîna bûyerê jî, Guney zêdetirî 214 caran ji Fransa ve pêwendî bi kesekî di nav axa Tirkiyeyê de kiriye.”
Di îdianameya fermî ya Daxwazkariya Giştî ya Fransayê de, dezgeha MITê wek gumanbarekê sereke yê dosyayê hatiye bi nav kirin.
Di 9ê Çileya pêşîn a sala 2013an de her 3 çalakvanên jin ên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li Ofîsa Zanyariyan a Kurdistanê li bajarê Parîs a paytextê Fransayê hatin kuştin.
Piştî bûyerê, Polîsê Fransayê kesek bi navê Omer Guney bi tohmeta kuştina wan her 3 jinên çalakvan ên kurd desteser kir, lê heta niha ti kes li ser wê bûyerê nehatiye dadgahîkirin.
Rudaw
