• Wednesday, 18 February 2026
logo

HPG: Ti wateya agirbestê nemaye

HPG: Ti wateya agirbestê nemaye
Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku firokeyên şer ên dewleta Tirk herêma Behdînan û gelek herêmên din bombebaran kirine got ku ti wateya agirbestê nemaye.

Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku firokeyên şer ên dewleta Tirk herêma Behdînan û gelek herêmên din bombebaran kirine got ku ti wateya agirbestê nemaye.

Navenda Ragihandina HPG’ê piştî êrîşên hewayî yên Tirkiyê daxuyaniyek weşand. HPG’ê daxuyand ku beriya niha jî Fermandariya Navenda Giştî ya Parastina Gel (HPG) diyar kiribû ku agirbest ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayek yekalî bi dawî bûye.

HPG’ê diyar kir kuşevê din di demjimêr 23.00’an balafirên şer ên artêşa Tirk, herêma Behdînan û her wiha ji nîvê şevê û pêve jî herêmên Qendîl û Xakûrkê jî bombebaran kirine.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin ku bi van bombebaranan, ti wateyek agirbestê nemaye.

HPG’ê ragehdn ku dê demeke kurt de encamên bombebaranan ji rayagiştî re ragihînin.

basnews
Top