Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqînên Bexda şermezar kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî wê kirdara nemirovaneya terorîstan şermezar dike, heman demî de pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyan dike û beşdariya xema wan dike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwaze.
Bi mixabiniyê ve terorîst bi navê armancên dijî mirovayetiyê destên xwe ji tu tawanek naparêzîn, hêvîdarîn dezgehên emniyên Bexda bikarin rê li rûdana van kirdarên terorîstan bigrin û asayîşa hemwelatiyan biparêzin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
23.07.2015
