• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Pêşmerge: Em ji F 16 ên Iraqê ditirsin

Wezîrê Pêşmerge: Em ji F 16 ên Iraqê ditirsin
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistamê Mistefa Seyid Qadir ragihnd, Herêma Kurdistanê ji balafirên F 16 ên Iraqê ditirse, çimkî dibe ku Bexda wan li dijî gelê Kurdistanê bi kar bîne.


Wezîrê pêşmerge ê hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkira kir ku hêzên hevpeymanan û hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê komîteyek ji bo gotûbêjkirina şerê girtina bajarê Musilê pêk anîne û ragihand jî ku tirsa herêmê ji radestkirina balafirên F16 ji Îraqê re tireskî rastî û reyalîte ye.

Mistefa Seyid Qadir, wezîrê pêşmerge got: Hêza pêmerge beşdarî di şerê girtina Musilê de dike lê belê hîna çawaniya beşdarîkirina wan zelal nîne.

Ji aliyê dinê ve jî hemahengîkirina herêmê li gel Îraqê ji bo girtina Musilê di demekê de ye ku Emerîka çar balafirên şer ên F16 radestî Îraqê kirine tê û xelkê herêma Kurdistanê tirsa xwe heye ku Îraq wan balafiran li dijî herêmê bikar bîne.
Top