Kirwatya dê bi berdewamî piştgiriya Kurdistanê bike
Serokomara Kirwatyayê ragehand ku, ew li wan astengan têdigehin ku rû bi rûyê Herêma Kurdistanê bûne, herwiha tekez kir ku dê welatê wê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya Pêşmergeyan, kir.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma kurdistanê Felah Mistefa ligel Serokomarê Kirvatya Kolinda Grabar-Kitarović hevdîtinek pêk anî.
Di destpêkê de Felah Mistefa jiber piştgiriya Kirwatyayê bo Herêma Kurdistanê spasiya Kolinda Grabar-Kitarović kir. Mistefa kurteyek li ser pêşhatên dawî yên şerê Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî DAIŞê pêşkeş kir, herwiha balkişande ser hejmara zêde ya penaber û derbiderên ku berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
Di hevdîtinê de her du aliyan tekez li ser berferehkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kirwatyayê de kirin.
Ji aliyê xwe ve, Kolinda Grabar-Kitarović ragehand ku, ew li wan astengan têdigehin ku rû bi rûyê Herêma Kurdistanê bûne, herwiha tekez li ser piştgiriya welatê xwe bo Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de, kir.
Basnews
