• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê “herêma leşkerî ya taybet” ragihand

Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê “herêma leşkerî ya taybet” ragihand
Hikûmeta Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê herêma leşkerî ya taybet ragihand. Ew herêm dê heyama 5 rojan ji sivîlan re bên qedexekirin.

Walîtiya Kilîsê ragihand, ji bo parastina mal û canê welatiyan, hinek deverên sînorî dê heyama 5 rojan wek herêmê ewlehiyê yên taybet bên destnîşankirin û ji sivîlan re bên qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Kilîsê, ew biryar di çarçoveya qanûna “Herêmên Qedexe û Leşkerî” de hatiye dayîn.

Ew herêmên ku tên qedexekirin ev in: Herêma navbera qereqolên Oncu û Înanli û herêma navbera qereqolên Darmik û Çerçîlî.

Walîtiyê eşkere kir ku qedexeya li ser wan herêman ji îro saet 13:00 dest pê dike û roja 28ê vê mehê saet 13:00 xilas dibe.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Bulent Arinç jî duh gotibû, dê tedbîrên ewlehiyê li ser sînorê Sûriyê bên girtin.

Bajarê Kilîsê yê Tirkiyê dikeve beramberî bajarê Izazê yê Sûriyê.

Rudaw
Top