‘Firokeyên F-16 li esmanên Kurdistanê wenda nebûne’
Wezareta Bergirî ya Iraqê daxuyand ku ew îdîayên dibêjin ”Firokeyên F-16 li esmanên herêma Kurdistanê wenda bûne” ne rast in.
Rawêjkarê Wezareta Bergirî ya Iraqê Nesîr Nûrî ji medya Iraqê re ragehand ku, ”ew îdîayên dibêjin firokeyên F-16 li esmanên herêma Kurdistanê wenda bûne, wezareta bergîrî ji li ser vê mijarê pêwendî bi hêzên esmanî ve daniye”, ne rastin.
Nesîr Nûrî got: ”Ji bo firokevanên F-16 fêrî esmanên Iraqê bin bernameyek rûtin heye. Serdana firokexaneyên meydanî dikin. F-16 doh li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê bûn. Dibe ku sûbe jî herin firokexaneyek din.”
Li gor zanyariyên gehiştine dest BasNews, doh danê sibê di demjimêr 9:00 de, du firokeyên F-16 ku ala Iraqê pêve bûn, li ser esmanên Hewlêrê ve firîn û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî hatinedîtin.
Beriya niha medya Iraqê ji zarê Generalê Hêzên Esmanî yê Iraqê Enwer Heme Emîn belv kiribûn ku 2 firokevanên Kurd, bi 2 firokeyên F-16 ve li ser Hewlêr û Silêmaniyê ve firyane û ev firoke li ser esmanê Kurdistqanê wenda bûne.
Hikûmeta Iraqê û DYA di sala 2008’an de li ser kirîn û firotina 36 firokeyên F-16 li hev kirin. Di çarçoveya vê peymanê de roka 13’ê Tirmehê DYA 4 firokên F-16 radestê Iraqê kir.
Basnews
