• Wednesday, 18 February 2026
logo

5 teqîn li Bexdayê: 120 kuştî û birîndar

5 teqîn li Bexdayê: 120 kuştî û birîndar
Şevadin li bajarê Bexda ya paytextê Iraqê 5 teqînên bihêz çêbûn û li gor agahiyan destpêka di encama wan teqînan de zêdetirî 120 kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyan Rûdawê, îşev 2 otomobîlên bombekirî li taxa Şeibî ya Bexdayê teqiyan û piştre bombekî vedayî jî li hemna taxê teqiya û di encam wan her 3 teqînan de zêdetirî 5o kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyan yek ji otomobîlên bombekirî ku kesekî xwekuj tê de bûye, xwastibû xwe di nava xaleke kontrolê ya hêzên ewlehiyê yên Iraqê li taxa Şeibî ya Bexdayê de biteqîne, lê hêzên ewlehiyê nehîştin ew bigihîje nava wê xala kontrolê û ew otomobîl li nêzîk vî cihî teqiyaye.

Hat zanîn, di navbera her 3 teqînan de tenê çend xûlek hebûn.

Herwiha li taxa Beyah a Bexdayê jî teqînek çê bû û li gor agahiyên destpêkê di encam de 20 kes hatin kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûn,


Hat ragihandin, li taxa Şorte 4 a bajarê Bexdayê jî teqînek din qewimiye ku di encama vê teqînê de jî zêdetirî 15 kuştî û birîndar hene.

Rudaw
Top