DAIŞ razî bûye li hember 5 çekdarên xwe pêşmergeyekî berde!
Malbatên pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de esîr ketine, li Parlamentoya Kurdistanê bi nûnerên fraksiyonên partiyan re li ser berdana dîlên xwe hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê, malbatên pêşmergeyên dîl ji Rûdawê re eşkere kirin ku wan bi rêya hinek mezinên erebên sunnî yên devera Hewîce ya Kerkûkê bi DAIŞê re li ser berdana dîlên xwe li hev kirine.
Li gorî agahiyên ku wan malbatan dane, DAIŞ razî bûye li hember berdana 5 dîlên xwe, pêşmergeyekî berdin.
Heta niha gellek caran pêşmergeyên dîl bi malbatên xwe re axivîne û daxwaza berdana xwe kirine. Tê gotin ku li ser berdana zêdetirî 25 pêşmergeyên dîl hatiye axaftin.
Dayîka pêşmergeyekî dîl daxwaz ji şêx û mezinên erebên nêzîkî DAIŞê jî kir ku hewla berdana pêşmergeyan bidin.
Piştî hevdîtina malbatên pêşmergeyên dîl, nûnerên fraksiyonên partiyên siyasî di civîneke rojnamevanî de ragihandin ku wan guhdarî xem û derdên wan kirine û soz dane wan li pev daxwaziyên wan herin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lêjneyek ji bo lipeyçûna pêşmergeyên dîl daye avakirin lê tê gotin ku heta ew lêjne karên xwe xilas neke, encamên wê yekê nayên eşkerekirin.
Rudaw
