Şengal dibe xwedî hêzeke taybet
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şengalê Qasim Şeşo got ku bi fermana Barzanî dê ew hêzên li Şengalê berevaniyê dikin, bikevin ser hêzeke rêkxistî û heta niha 10 fewc û 25 yekîne ji wê hêzê hatine avakirin.

Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêzake taybet bo Şengalê tê damezrandin ku ew hêz ji bo Şengalê pir girîng e û dê berevaniyê di ber xaka Şingalê û xelkê wê de bike.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şengalê Qasim Şeşo derbarê mijarê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî biryar daye ku ew hêzên ku li Şengalê berevaniyê dikin, bikevin ser hêzeke rêkxistî û heta niha 10 fewc û 25 yekîne ji wê hêzê hatine avakirin. Ew hêz dê ya hemû xelkê Şingalê be, ji misilman û Êzîdiyan pêk bê.”