Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
Herêma Kurdistanê êdî nefta xwe nade Bexdayê û bixwe difroşe.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser vê yekê got, mixabin hikûmeta Iraqê sozên ku dabûn Kurdistanê bicîh nehanîn û diyar kir, diviya di heyama 6 mehan de 6 milyar dolar bida Kurdistanê lê tenê milyarek û 800 milyar dolar şand, ev jî têra Kurdistanê nake.
Sefîn Dizeyî anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mûçe û debara welatiyên Kurdistanê biryar daye bixwe nefta xwe bifroşe û got, dibe ku ev rewş heta çend mehan normal û baş bibe…
Li gorî amarên Hikûmeta Kurdistanê, Hewlêrê ji 1ê Tîrmeha heta niha nêzîkî 11 milyon bermîl petrol firotiye û ji bo ku pêwendiyên wê bi Bexdayê re jî bi temamî qut nebe, nîv milyon bermîl jî daye şîrketa iraqî ya SOMO.
Hinek siyasetmedar û rayedarên Iraqê jî ji wê yekê nerazî ne ku Herêma Kurdistanê bi serê xwe nefta xwe difroşe. Ew dibêjin, madem Kurdistan wiha dike bile ji Iraqê cuda bibe…
Rudaw
