Konsulusê Franseyê li gel Sîrwan Barzanî civiya
Konsulusê Franseyê serdana leşkergeha pilingên reş kir.
Duh Konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê serdana leşkergeha Pilingên reş kir û li gel Fermandarê mihwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî de civiya.
Di civînê de behsa hevkariyên hikûmeta Franseyê bo hêzên pêşmerge û rewşa mihwera Giwêr û Mexmûrê hate kirin.
Her di çarçoveya vê serdana han de Konsulusê Franseyê tekez li ser vê yekê kir ku vê hevkariyên Franseyê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
