• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fermandarê Supaya Bedir hate kuştin

Fermandarê Supaya Bedir hate kuştin
Fermandarê Supaya Bedir Ebû Menzer El Hemdawî, li bajarê Felûce, di şerekê li dijî DAIŞ'ê de hate kuştin.

Fermandarê Supaya Bedir Ebû Menzer El Hemdawî, li bajarê Felûce, di şerekê li dijî DAIŞ’ê de hate kuştin.

Li gor nûçeyên ajansên Farsî yên nêzîkê artêşa pasdaran, Fermandarê Artêşa Qudus a Îranî Qasim Silêmanî jiber mirina El Hemdawî serxweşî daye Rehberê Ayinî yê Îranê Elî Xamaneyî.

Li gor nûçeyan Fermandarê Supaya Bedir ku yek ji komên çekdar ê Şie ye li Iraqê, Ebû Menzer El Hemdawî, di şerekê de li bajarê Felûce ya Iraqê hatiye kuştin û cenazê wî jî di mizgeftekê de li Tehranê hatiye şuştin.

Supaya Bedir di sala 1982’yê deli bajarê Tahranê ji aliyê Mehmûd Haşimê Şehrûdî ve hate damezrandin. Supaya Bedir piştî hilweşîna rejîma Sadam vegeriya Iraqê û niha jî di nava Heşdî Şe’bî de li dijî DAIŞ’ê şer dike.

Basnews
Top