Baqek gul a ‘şikber’ ji Demîrtaş re hat şandin!
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro piştî ku civîna HDPê ya li ser teqîna Sirûcê dest pê kir, kesekî baqek gul ji navenda giştî ya wê partiyê re biribû lê ji aliyê pasewanên navendê ve hat zivirandin.
Hat gotin ku pasewanan ew baqa gul, ku navê Demîrtaş li ser hatibû nivîsandin, şikber dîtine ji ber wê jî nehîştine gul derbasî avahiya HDPê bibe.
Ew kesê ku gul biribû jî gotiye, ez nizanim kê gul şandiye!
Piştî teqîna duh a Sirûcê, tedbîrên ewlehiyê yên derdora avahî û navendên HDPê hatine zêdekirin.
Rudaw
