• Wednesday, 18 February 2026
logo

CHP: Divê wezîrê navxwe îstîfa bike

CHP: Divê wezîrê navxwe îstîfa bike
Ji ber teqîna navçeya Sirûçê ya Bakurê Kurdistanê, partiya CHPê daxwaz kir ku wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê bê îstîfa bike. Herwiha dezgehên hikûmetê bi kêmxemiyê tohmetbar dike.

Alîkarê Serokê CHPê Sezgîn Tanrî Kolu di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Em dixwazin Wezîrê Navxwe Sebahedîn Ozturk îstîfa bike, ji ber ku tişta ku çêbû be bûreke tirafîkê ye, lê belê komkujiyek e ku tê de 30 xortan jiyana xwe ji dest dan.”

Sezgîn Tanrî Kolu behsa wê yekê kir ku, ew tişta ku duhî qewimî ne karekî asayî û normal bû, ji ber ku 300 xort ji Stenbolê çûbûn wî cihî û di heman demê de DAIŞê gotibû ezê herim li wir teqînê bikin, lê kesî guh nedabûyê û hêzên ewlehiyê ew kes neparastine.

CHPê herwiha daxwaz dike parêzgarê Rihayê jî bê îstîfakirin û dibêje: “Divê parêzgarê Rihayê li ser televizyonê derkeve û bêje ez serkeftî nebûm, ku wan 300 xortan biparêzim, lewam ez dest ji karê xwe berdidim.”

Duh li bajarê Sirûcê yê Bakurê Kurdistanê teqînek xwekujî çêbibû, di bûyerê de herî kêm 32 kes miribûn zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn.

300 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ku dixwestin di çarçoveya piştgiriya nûavakirina Kobanî de derbasî Kobanî bibin, pêr ji Stenbolê çûbûn Sirûçê.

Wan ciwanan duhî beriya ku derbasî Kobanî bibin, li navenda çanda Amara li Sirûçê civîneke rojnamevaniyê li dar xistin lê rastî êrişa xwekujî ya DAIŞê hatin.

Rudaw
Top