• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokatiya Parlamena Kurdistanê êrîşa li Pîrsusê şermezar kir

Serokatiya Parlamena Kurdistanê êrîşa li Pîrsusê şermezar kir
Serokatiya Parlamena Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa terorîstî ya li Pîrsusê şermezar kir û diyar kir ku êrîşên bi vî rengî nabin sedema şikestina moral û wirey gelê me, berovajî Kurdên hemû beşên Kurdistanê zêdetir sor dike ku bigehin armanca xwe ya demokratîk.

Serokatiya Parlamena Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa terorîstî ya li navçeya Riha Pîrsusê ku tê de 32 welatiyan jiyana xwe jidest da, weşand û ev êrîş şermezar kir.

Serokatiya Parlemenê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku vê êrîşê navendek kulturî kiriye amanc ku 300 ciwanên li vê navendê bi armanca alîkariya Kobanê li wir amade bûn.

Serokatiya Parlemenê got: ”Ev kiryarên terorîstî di demekê de ye ku DAIŞ li bereyên şer xwe li hember kur û keçên Kurdan ranagrin û rojane navçeyên Rojava ji wan tê paqijkirin. Em weke Serokatiya Parlamena Kurdistanê vê kiryara namerdî ya DAIŞ’ê bi tundî mehkum û şermezar dikin. Dilniyane ku karên bi vê şêweyî nabine sedema qelsbûna moralê bilind ê gelê me. Berovajî Kurdên hemû beşên Kurdistanê zêdetir sor dike ku bigehin armanca xwe ya demokratîk.”

Serokatiya Parlemena Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û birîndaran re jî daxwaza zû çakbûnê kir.

Basnews
Top