• Wednesday, 18 February 2026
logo

KCK: Hikûmeta AKPê li hember teqîna Pirsûsê berpirsiyar e

KCK: Hikûmeta AKPê li hember teqîna Pirsûsê berpirsiyar e
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, hikûmeta AKPê li hember teqîna bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê berpirsiyar e ji ber wê jî dê hesabê wê yekê bide.

Duh li bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê êrişeke xwekujî çêbû ku di encamê de heta niha 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

KCKê li ser teqîna Pirsûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, ew êriş ji aliyê DAIŞê ve û bi haydariya hikûmeta AKPê û MÎTê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dereceya yekemîn de hikûmeta AKPê li hember wê teqînê berpirsiyar e lewma divê hesabê wê yekê bide û wiha hat ziman:

“Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê Hikûmeta AKP'êye. Kujerê van ciwanan yekser Hikûmeta AKPê ye. Têkilî û tifaqa AKPê ya ku li ser dijminatiya kurdan bi DAIŞ'ê re kiriye, rê li ber vê komkujiyê vekiriye”.

Rudaw
Top