• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Roja dûşem 20.07.2015 kirdarekî terorîstî ya li Navenda Çandî ya Xortan ya li bajaroka Pirsûsa ser bi Riha(Urfa)ya Bakûrê Kurdistanê rû da û bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek hemwelatiyên wê navçeyê. Gelek bi tundî wê kirdara nemirovane û dirindane şermezar dikin. Serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên vê rûdana diltezîn dixwazîn û hevxemiya xwe bi xuşk û birayên xwe yên li Bakûr radigihînîn.

Tawana şehîdkirina hemwelatiyan û encamdana kirdara dirindane, nîşana şikesta terorîstane ku dijî hemû bihayekî mirovî û olî ne. ji wê yekê jî bawerîn ku kirdara terorîstî yên bi vî awayî îradeya hemû aliyek bihêztir dike ji bo ji nav birin û têkşikandina terorîstan.

Serkeftin ji bo gelê Kurdistanê

Şikest û serşorî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê


Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20.07.2015

Top