DAIŞê 40 çekdarên xwe îdam kir
Fermandeyê operasyonên Mûsilê yê artêşa Iraqê Necim Cibûrî ji Rûdawê re got, rêxistina DAIŞê 40 çekdarên xwe li bajarokê Til Eferê û bi hêceta ku ji şerê Rumadî reviyane, komkuj kir.
Necim Cibûrî diyar kir ku di şerê Rumadî de derbên giran li DAIŞê ketiye û got, DAIŞê ji bo wan çekdarên xwe yên ji şerê Rumadî direvin, tîma îdamê pêk aniye û yên ku ji şer direvin yekser îdam dike.
Li bajarê Rumadî û Fellec yên Iraqê şer û pevçûn di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de didome.
Ji aliyekî din, li gundê Mişêrfe yê Mûsilê melayek bi hêceta ku li dijî DAIŞê derketiye, ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hat kuştin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, melayê han destpêka vê mehê ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin.
Rudaw
