• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îranê rê da tankêrên petrolê ji Başûr derbasî Rojhilat bibin

Îranê rê da tankêrên petrolê ji Başûr derbasî Rojhilat bibin
Piştî 5 mehan, Îranê rê da ku tankêrên petrol û sotemeniyê ji Başûr derbasî aliyê Rojhilat bibin. Rêveberiya deriyê sînorî yê Hacî Omeranê jî ragihand, piştî vebûna derî rêjeya hinartina sotemeniyê pir zêde bûye.

Deriyê sînorî yê Hacî Omeranê di navbera Rojhilatê Kurdistanê-Îran û Başûrê Kurditanê-Iraqê de ye. Navê deriyê han li aliyê Rojhilat, Temerçîn e.

Berpirsê giştî yê deriyê sînorî yê Hacî Omeranê, Mesûd Ehmed ji Rûdawê re got, nêzîkî 5 meh bûn Îranê nedihîşt tankêrên sotemeniyê ji Başûr derbasî aliyê Rojhilat bibin lê ev demek e rê vebûye û tankêrên sotemeniyê derbas dibin.

Mesûd Ehmed da zanîn ku piştî rêdayînê, rêjeya hinartina sotemeniyê ji Başûr pir zêde bûye û got, li aliyê Rojhilat (Temerçîn) depoyên sotemeniyê hatine çêkirin û êdî tankêrên ku ji Başûr diçin dikarin barê xwe li wir vala dikin û vegerin.

Rêveberê gumrika Hacî Omeranê, Aso Qadir jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, roj bi roj hinartina sotemeniyê zêde dibe û ji bo ku petrol û sotemeniya ku ji Başûr derbasî Rojhilat dibe, bilez derbas bibe û bigihîje bazarên cîhanê êdî tankêr û kamyon dikarin 24 saet derbas bibin.

Rudaw
Top