• Wednesday, 18 February 2026
logo

Balafirên Hevpeymanan ev wêne li ser Reqayê avêtin

Balafirên Hevpeymanan ev wêne li ser Reqayê avêtin

Balafirên şer ên hevpeymanên navdewletî wêneyên bi dest çêkirî yê şervanên YPG/YPJ li asmanê Reqa û Hesekê avêtine.

Di wêneyê bi dest çêkirî de 2 şervanên YPG û şervaneka YPJ û çekdarekî artêşa azad hene ku cenazeyên çekdarên terorîstên DAIŞ li erdê ne û tîrêja rojê derketiye û gotina (Azadî wê hilbê) li jêr wêneyê hatiye nivîsandin.

Berpirsekî YPG ku endamê jora hevbeş ya jora operasyona hevpeymanan Polat Can li ser twitera xwe belav kiriye û têde nivîsandiye ku balafirên şer ên hevpeymanan ew wêne û belavok li asmanê Şidadî û Sirrîn û Hesekê û hin navçeyên Reqayê hatine belav kirinê.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîneyên Parastina Gel û Jin bi hevkarî li gel jora operasyonan a Burkan Firatê û bi piştgîriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî Herêma Kobanê û Hesekê û hin navçeyên Kurdî li Reqayê rizgar kirine.

Xendan
Top