• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê:Yên behsa du-îdaretiyê bikin, xiyanetê dikin

Fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê:Yên behsa du-îdaretiyê bikin, xiyanetê dikin
Piştî ku sîstema du-îdareyî (rêveberiya Silêmanî û rêveberiya Hewlêrê) ket rojeva Başûrê Kurdistanê, fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê bi tundî li dijî wê yekê derketin û ragihandin, du-îdarebûn xiyanet û kufr e.

Ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê behsa wê yekê tê kirin ku eger kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê çareserkirin, tirsa wê heye dîsa Başûr vegere çend sal berê û sîstema du-îdareyî derkeve holê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 18ê vê mehê bi helkefta cejna Remezanê serdana eniyên şer kiribû û li wir bi tundî li dijî sîstema du-îdaretiyê derketibû û gotibû, ti kes nikare Herêma Kurdistanê parçe bike û yên sîstema du-îdareyî dixwazin bila cihekî din ji xwe hilbijêrin.

Fraksiyonên partiyên şirîkên hikûmetê jî bi tundî li dijî sîstema du-îdareyî derketin û ev yek wek xiyanet bi nav kirin.

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav ji Rûdawê re got, divê em hemû ji dema rabihorî şîretan werbigirin û hedefa me hemiyan serxwebûna Kurdistanê û serxwebûna aborî be. Li gorî me, behskirina du-îdarebûnê, kufr û xiyanet e.

Serokê Fraksiyona Gorranê Birzo Mecîd jî got, dema em li derveyî hikûmetê bûn me daxwaza hevgirtina Pêşmere û asayişê dikir her wiha me digot bila tenê yek îdare hebe. Em niha jî şirîkê hikûmetê ne lewma em xwe wek parêzerê yekîdarebûnê dibînin.

Seroka Fraksiyona YNKê Bêgerd Talebanî jî diyar kir ku YNK ti carî alîgirê sîstema du-îdareyî nîne û got, li gorî me firsendek dîrokî li pêşiya me heye û divê em xwe bikin yek. Du-îdarebûn, tecrubeyek tal û seqet bû û em vê yekê red dikin.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Heledinî jî diyar kir ku hizra du-îdarebûnê xiyanet e û got, ji ber wê jî her hêz û aliyek vê yekê bixe rojevê divê hesab jê were xwestin.

Serokê Fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Merwan Gelalî jî diyar kir ku yên ku behsa du-îdarebûnê dikin divê kurdbûna xwe li ber çavan re derbas bikin û got, Kurdistan ber bi serxwebûnê ve dimeşe lewma hewlên ku Herêma Kurdistanê vedigerînin heyama du-îdarebûnê, xiyanetek mezin e li gelê Kurdistanê.

Di sîstema du-îdareyî de, ku beriya kabîneya pêncem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû, Başûrê Kurdistanê di navbera PDK û YNKê de hatibû parvekirin, her partiyek xwedan hikûmet û rêveberî bû.

Rudaw
Top