• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rojnameyên Tirkiyê – Barzanî serxwebûn hildibijart

Rojnameyên Tirkiyê – Barzanî serxwebûn hildibijart
Rojeva rojnameyên Tirkiyê herî zêde li ser avakirina hikûmeta hevpeymanî ye. Gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser serxwebûna Kurdistanê jî di hinek rojnameyan de hatiye behskirin.

HURRIYET

Koalîsyon dikare li gel CHP bi rê ve here.

- ji AKPê Huseyîn Çelîk: Koalîsyoneke bi CHPê re dike 390 kursî û deshilata ji %66. Bi protokoleke baş ev bevpeymanî dikare bi rê ve here.

- Dawûdoglu, li serekên bajaran geriya got: Amade bin ji bo hilbijardineke pêşwext.

- Ev çi cejn e? 100 qeza, 81 mirî 435 birîndar.

SABAH

Li malên dadgeran hetîketa kamerayan: Malên dadger û dozgerên ku doza hêza paralel dişopînin, bi kamerayên nihênî tên kontrolkirin.

POSTA

Li nîvê Awrûpa baregeha DAIŞê: Li gor ragihandina Brîtanya, DAIŞ li Bosna li gundê Osve ku li nav daristanê ye, perwerdeyê pêk tîne û çekdarên xwe ji wir dişîne Iraq û Sûrî.

ZAMAN

-Sedema kirîza Sûrî Neo îttîhadçîtî ye

- Perwîn Bûldan: Erdogan gav bi gav hay ji hevdîtinên Dolmabaxçeyê hebû.

CUMHURIYET

Zarok di xizmeta şêxan de ne: Rapora tirsnak ya tûrîzmê îstîsmara li ser keçikên temen piçûk eşkere kir. Dewlemend û şêxên ku ji derve tên Antalya bi rêya acenteyan xizmeta fihûşê werdigrin. Keçikên stajyer ku di dibistanên tûrîzmê de dixwînin qurbaniyên sereke ne.

- Bûldan: haya Erdogan ji hemû hevdîtina Dolmabaxçe hebû. Yalçın Akdoğan: Ev îddîa derew in.

- Cûdî bû xulav. Şênî dibêjin leşker agir berda daristanan.

- Bosna baregeha DAIŞê ye.

TARAF

Ji bo koalîsyonê 4 şertên esasî; Ji CHPê Mehmet Bekaroglû: Eger li ser destûreke bingehîn, aborî,meseleya kurd û çareseriya dubendiya civakî lihevkirin pêk were, koalîsyon dikare bi rê ve here.

- li Stembolê li ber bendava Omerlî duyemîn car sempatîzanên DAIŞê di cejnê de kom bûn û gef li Tirkiye xwarin: tişta hûn bînin serê me dê bi destê kesên din bê serê we. Hay ji xwe û kirinên xwe hebin.

- Barzanî li Hewlêrê axivî û got: emê serxwebûnê hilbijêrin.

STAR

Tifaqa li ser şarê qaçax; Li Ataşehîrê şaredariya di destê CHPê de li ser ciyê zanko û shoping mallên qaçax jî li hev kirine.

-Plana PKKê, Azerî û Kurdan berî hev dide. Li Agirî kamyonên azeriyan şewitandin bi hinceta ku qumandarên DAIŞê tê de bûn.

BUGUN

Dema rê li ber Îranê vebe, Tirkiye dikare li ber çavan reş bibe.

GUNDEM

Li Cûdî qetlîam; Di hilkirina agirê Cûdî de bê hejmar dar û zevî û ajel pêkve şewitîn. Dewletê agir pê xist û lê temaşe kir. Gundekî Aşûriyan bi navê Herbol jî şewitî.

- Salih Muslîm: Êrîşa Kobanê bi destê dewleta Tirk pêk hat. Delîlên vê hene li ber destê me.

Rudaw
Top