• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamentera HDPê Dîlek Ocalan daxwaza azadiya xalê xwe kir

Parlamentera HDPê Dîlek Ocalan daxwaza azadiya xalê xwe kir
Parlamentera Rihayê ya HDPê û xwarziya rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Dîlek Ocalan li navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxwaza azadiya xalê xwe kir.

Duh li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, “sêyemîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê” hat pîrozkirin.

Di çalakiyê de bi sedan alîgir û endamên HDPê beşdar bibûn û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Parlamentera herî genc a HDPê û xwarziya Ocalan, Dîlek Ocalan jî di çalakiyê de derket ser dikê û daxwaza azadiya xalê xwe kir û got, divê êdî Ocalan di nav gel de û pirsgirêk ji aliyê wî ve bên çareserkirin…

Jibilî Dîlekê, Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdag û hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîna Ayna jî axivîn.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), PKK û HDP û yên nêzîkî wan dibêjin, roja 19ê Tîrmeha 2012ê û li bajarê Kobanî, şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir lê ENKS û partiyên nêzîkî wê vê yekê qebûl nakin.

Rudaw
Top