• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di nav DAIŞ’ê de şerê navxweyî derket, 32 çekdar hatin kuştin

Di nav DAIŞ’ê de şerê navxweyî derket, 32 çekdar hatin kuştin
Çekdarên DAIŞ'ê yên biyanî û yên Tirkmenî li du navçeyên cuda yên Mûsilê li hev xistin û di encam de 32 çekdarên vê rêxistinê hatine kuştin.

Çekdarên DAIŞ’ê yên biyanî û yên Tirkmenî li du navçeyên cuda yên Mûsilê li hev xistin û di encam de 32 çekdarên vê rêxistinê hatine kuştin.

Çekdarên DAIŞ’ê jiber têkçûna di şerê li hember Pêşmergeyan de, şerê hev dikin. Berpirsê Ragehandina PDK’ê ya Mûsilê Seîd Memûzînî ji BasNews re ragehand: ”Piştî ku çekdarên DAIŞ’ê pêr li navçeya Şengalê û Herdanê êrîşê Pêşmergeyan kirin û serneketin, jiber têkçûne li hev ketin.”

Memûzînî diyar kir ku li navçeya Tilefer û taxa Kerema ya Mûsilê çekdarên grupa Ebu Omer Çeçenî û Ebû Mislim Tirkmenî li hev xistine.

Seîd Memûzînî diyar kir ku di herdu pevçûnan de 32 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li gor zanyariyan Ebû Omer Çeçenî beriya salekî ji aliyê Pêşmergeyan ve hate kuştin û Ebû Mislim Turirkmenî jî yek ji cîgirê Ebûbekir Bexdadî ye.

Basnews
Top