Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Benî Se'ed şermezar kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê kirdara nemirovane şermezar dike û serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê rûdawa diltezîn dike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwaze. Terorîst wekî pîşeya xwe ya herdemî bi bêyî guhdana bihayên olî û miroviyan gelek tirsnokane û bê bezeyiyane canê hemwelatiyan kiriye armanc. Ev karê diltezîn dadê nade terorîstan û çarenûsa wan ji navçûn û şikeste.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.07.2015
