Rewşa dawî li Hesekê – DAIŞ pir tengav bûye
Rayedarekî YPGê li Hesekê ji Rûdawê re got, şervanên YPGê bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman taxa Vêlat El Humir a Hesekê û gundê Ferhiyê ji destê DAIŞê derxistine.
Li gorî agahiyên wî rayedarê YPGê, di wî şerî de zêdetirî 10 çekdar hatine kuştin.
Wî rayedarê YPGê her wiha da zanîn, %90ê wan tax û deverên Hesekê yên di destê DAIŞê de, ji aliyê şervanan ve hatine standin.
Rudaw
